ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Xwepêşandanên li Îranê veguherin tevgera gel a berfireh
Serhildana gel a li Îranê ku li dijî krîzên aborî, civakî û siyasî dest pê kiriye di roja 12’an de li seranserê welêt belav bû. Li gorî HRANA'yê di xwepêşandanan de herî kêm 47 kes hatin qetilkirin, bi sedan kes birîndar bûn û 2,217 kes hatin binçavkirin. -
Iraqê hişyariya Helebê da: Pevçûn dikarin rasterast bandor li Iraqê bike
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Husên diyar kir ku ji ber êrîşên li ser qadên sivîlan ên li Helebê bi hezaran Kurd ji cihên xwe hatine kirin û hişyarî da ku ger pevçûn dewam bikin, wê rasterast bandor li ser Iraqê jî bike. -
Li girtîgehên Evîn û Fişafûyê rewşa girtiyan xirab dibe
Hate ragihandin ku piştî binçavkirina xwepêşanderên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zextên rejîma Îranê ya li Girtîgeha Evîn û Fişafûye pir zêdetir bûye û rewaş wan pir xirabe. -
Xwepêşandanên li Îranê di roja 12’emîn de ye: 34 xwepêşander hatin qetilkirin
Di xwepêşandanên ku hêzên dewleta Îranê hewl dide bi tundiyê biçewisîne de di 12 rojan de herî kêm 34 xwepêşander ku 5 ji wan zarok in hatin qetilkirin û bêhtirî 2,200 kes jî hatin binçavkirin. -
Lîstikvana Îranî piştgirî da xwepêşandanan
Lîstikvana Îranî Hediye Tahranî, ragihand ku ew piştgiriyê dide xwepêşandanên li ser seranserî bajarên Îranê didome. Tahranî bang li rayedaran kir ku tundiya dijî xwepêşandanan bi sekinîne. -
Protestoyên li Îranê di roja 11'emîn de ne: 36 mirî
Li seranserê Îranê çalakiyên şermezarkirinê kete roja 11'emîn. Hate ragihandin ku herî kêm 36 kes hatin kuştin, zêdeyî 2 hezar kes jî hatin binçavkirin. -
Diyaloga Îsraîl-Sûriye bi navbeynkariya DYE'yê li Parîsê ji nû ve dest pê kir
Diyaloga navbera Sûrîye û Îsraîlê bi navbeynkariya DYE'yê li paytexta Fransa Parîsê ji nû ve dest pê kir. Di civînê de li ser "ewlehiya mayînde û aramiyê” rawestiyan. -
Protestoyên li Îranê di roja 10'emîn de ne: Bîlanço giran dibe
Hate ragihandin ku di çalakiyên şermezarkirinê de yên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, ku kete roja 10'emîn herî kêm 29 xwepêşandêr hatin kuştin, 64 xwepêşandêr birîndar bûn û hezar û 203 kes jî hatin binçavkirin. -
Sekreterê Meclisa Bilind a Elewî li Tertûsê hat binçavkirin
Komên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê sekreterê Meclisa Bilind a Elewî li Sûriyeyê û Diyasporayê Şêx Asif Muhena li bajarê Tertûsê binçav kir. -
Hevdîtinên di navbera Şam û Îsraîlê de li Parîsê tên kirin
Di navbera Sûriye û Îsraîlê de, bi navbeynkariya DYE'yê tûreke nû ya hevdîtinan li Parîsê tê lidarxistin. -
Şam û Îsraîl bi navbeynkariya DYE’ê hevdîtin dike
Hat diyar kirin ku, Wezîrê Karûbarên Derve yê Sûriyeyê Esad el-Şeybanî ji meha Îlonê û vir ve cara ewil bi navbeynkariya DYE’yê tevlî hevdîtina bi Îsraîlê re bûye. -
Dema ji bo diyarkirina namzetiyê ji bo Serokkomariya Iraqê bi dawî bû
Dema serlêdana ji bo namzetiyê ya Serokkomariya Iraqê bi dawî bû. 44 namzet tevlî pêşbirkê bûn. Partiyên Kurd namzetên xwe bi fermî eşkere kirin. -
PDK'ê namzetê xwe yê serokkomariyê eşkere kir
PDK'ê ragihand ku namzetê wan ê Serokkomariyê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê yê heyî Fuad Husên e. -
120 aktîvîstên Rojhilatê Kurdistanê piştgirî dan çalakiyên şermezarkirinê
120 aktîvîstên sivîl, siyasî û mafên mirovan ên li Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê piştgirî dan çalakiyên şermezarkirinê yên li Îranê û xwestin, binçavkirî bêne berdan û daxwazên gel bi cih bêne anîn. -
Li Îranê herî kêm 8 Kurd hatin qetilkirin, birîndar li nexweşxaneyan têne binçavkirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Hana diyar kir ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji kesên di çalakiyên şermezarkirinê de hatin qetilkirin 8 jê Kurd bûn. -
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Evînê piştgirî dan çalakiyên şermezarkirinê
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Evînê piştgirî dan çalakiyên şermezarkirinê ku bi rojan e li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê têne kirin. -
Li Îranê di nava 9 rojan de herî kêm 19 kes mirin, nêzî hezar kes hatin binçavkirin
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 9 roj in çalakiyên şermezarkirinê têne lidarxistin. Di xwepêşandanan de herî kêm 19 kes hatin kuştin, 990 xwepêşandêr jî hatin binçavkirin. -
6 komên çekdar ên li Iraqê ragihandin ku wê dest ji çekan bernedin
6 komên çekdar ên li Iraqê ku weke alîgirê Îranê têne dîtin, diyar kirin ku di nava ti şert û mercî de wê dest ji çekan bernedin û di vê mijarê de bi hikumetê re wê danûstandinan nekin. -
Xwepêşandanên li Îranê bi şev jî dewam dikin
Çalakî û xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di saetên şevê de jî dewam kir. Hate hînbûn ku li Merîwanê kesek hate binçavkirin. -
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Li Îranê 19 kes hatin qetilkirin, bi sedan birîndar hene
Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, di protestoyên li Îranê de 19 kes hatin qetilkirin û bi sedan kes jî birîndar bûn. -
Parêzerên Îranê: Rejîma Îranê bi guleyan bersivê dide xwepêşanderan
Parêzerên Îranê diyar kir ku hêzên Îranê bi guleyan êrîşî xwepêşanderan dikin û bang li baro û rêxistinên hiqûqê li Îranê kirin ku li hemberî binpêkirinan bêdeng nemînin. -
Sendîkaya Karkerên Kurd û Îranî: Têkoşîna me wê dewam dike
Sendîkaya Karkerên Kurd û Îranî diyar kir ku hikumet di wê astê de ye ku nikare bersivê bide pêwîstiyên bingehîn ên rêveberî û jiyanê yên gel û got, "Têkoşîna me wê heta rizgariya ji zaliman dewam bike." -
Li Yemenê di operasyona bi piştgiriya Siûdî Erebistanê de herî kêm 80 kes mirin
Hat ragihandin ku li başûrê Yemenê hêzên bi piştgiriya Siûdî Erebistanê operasyon dan destpêkirin û di encamê de herî kêm 80 şervanên girêdayî Konseya Derbasbûnê ya Başûr a serbixwe jiyana xwe ji dest dan. -
Li Îranê jinek hate kuştin, parêzeran banga piştgiriya bi çalakiyan re kirin
Bi sedan parêzerên li Îranê wezîfeyê dikin, li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal daxuyanî dan û diyar kirin ku ew bi çalakgeran re ne. -
Fransa û Îngilistanê li Sûriyeyê li dijî DAÎŞ’ê êrîşeke hevpar pêk anîn
Ji Wezareta Parastinê ya Îngilistanê John Healey ragihand ku Îngilistan û Fransayê li Sûriyeyê li dijî tesîseke binerd a ku dihat gumankirin ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve tê bikaranîn, êrîşeke hewayî ya hevpar pêk anîn.